Destpêk

Foto: Nuran Ertaş

Belavoka "Mamoste Gihandin ji Rexê Cudahiyên Zimanî û Çandî" Hat Weşandin

Belavoka "Modelên Perwerdeya Ziman û Mînakên Cîhanê" Hat Weşandin

Yekem belavok bin navê Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê bi Kurmancî û Tirkî duzimanî çap bûbû.

Niha jî em belavoka duyem bi we ra parve dikin. Di belavoka duyem de kurtegotarên derheqê modelên perwerdeya ser esasê zimanê dayikê û perwerdeya duzimanî/pirzimanê cih digirin. Nîvasara yekem, ku Şerîf Derince nivîsandiye, çarçoveyeke giştî ser bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de û modelên tên bikaranîn îzah dike. Nivîsara Aikman ser jinûve geşkirina zimanên binkî ye û bal dikîşîne ser girîngiya bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de ji bo jinûve geşkirinê. Bi heman şiklî, Albó jî modela Perwerdeya Duzimanî û Navkultûrî ku li Bolîvyayê bi awayekî serketî tê bikaranîn destnîşan dike. Malone, modelên ku bi zimanê dayikê dest pê dikin û paşî zimanê serdest li gor hin merhaleyan lê zêde dibin şîrove dike bi çend tabloyên kardayî. Heugh jî çend lêkolînên li Efrîqayê hatine birêvebirin dide berhev û dibêje ku her çiqas hinek sûdên kurtedemî jê bên girtin jî di modela derbaskirinê de serketinên bidestketî ji sala pêncê pê ve ji dest diçin. Di nivîsara dumahikê de, Jhingran û Miller derheqê modelên perwerdeya pirzimanî li Hîndîstanê agahiyên kêrhatî didin; lê dibêjin wexta mafên qanûnî bê danan jî di sepandinê de pirsgirêk dewam dikin.

Em şad û bextewar in bi parvekirina van xebatan bi we re.

Di Perwerdeya Zimanê Dayikê de Modela Swêdê

Hûn vexwendî ne bo gotûbêja “Di Perwerdeya Zimanê Dayıkê de Modela Swêdê ”, ya ku wê ji aliyê DİSA’yê 30’ê Gulana 2011’an, di saet 18.00’yan de tê lidarxistin.

Vildan Tanrıkulu dê axivêr be û axaftina xwe de ji me re tecrûbeyên xwe ya li ser pratîkên pirzimaniya li Swêdê bike. Qala paşxaneya hiqûqî ku bi qebul kirina di perwerdeyê de pirzimaniya zimanê dayikê li Swêdê bike û ew ê bi dû re li ser vê modelê ku ew bi xwe jî bi salan mamostetiya Kurdî kirîye, pêvajoya sazkirina mufredatê û pratîkên xwe zanîn û tecrubeyên  xwe parve bike.

Wê gotûbêja me di Salona Civînê ya DİSA’yê de bi rê ve here. Navnîşana salona me Kurt İsmail Paşa 2. Sokak Güneş Plaza Kat:7 No:18 ye. Bi hêviya ku hûn jî beşdarî çalakiyê bibin.

Cejna Zimanê Kurdî Pîroz Be!

15ê Gulanê rojeke pîroz e bo serbûriya zimanê kurdî ku rêzdar Celadet Bedîrxan di vê rojê de yekem hejmara kovara Hawar’ê weşandiye sala 1932’yan de. Bi vê kovarê elifbe û rêzimaneke serketî yê li gor qeîde û mantixa zimanê kurdî derketiye ku em îro sûdê jê werdigirin. Lewma gelê Kurd ev roj wekî Cejna Zimanê Kurdî qebul kiriye û her sal vê rojê bi çoş û peroşeke qewî pîroz dike. Em jî cejna me hemûyan pîroz dikin û bi vê mebestê careke din hêvî dikin xebat û hewlên DİSA'yê têkoşîna zimanê kurdî xurttir û gurtir bike. 

Belavoka "Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê" Hat Weşandin

Enstîtuya Diyarbekirê bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DİSA) lêkolîn û xebatên xwe yên derheqê Bikaranîna Zimanê Dayikê di Perwerdeyê de didomîne. Di vê çarçoveyê de bernameyeke bi navê Berekariya Zimanê Dayikê di Perwerdeyê de hatiye amadekirin ku daxwaza Bikaranîna Kurmanciyê wek Zimanê Dayikê di Perwerdeyê de dike. Bi vê bernameyê rêzebelavokên pirzimanî bin navê Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê tên amadekirin bi mebesta afirandina hişmendiyekê nav gel û xurtkirina nîqaşên heyî bi lêkolîn û xebatên zanistî. Yekem ji van belavokan wekî rêzê bixwe, bin navê Berî Her Tiştî Zimanê Dayikê bi Kurmancî û Tirkî duzimanî çap bû. Di vê yekem belavokê de mijarên wekî girîngiya bikaranîna zimanê dayikê di perwerdeyê de, têkiliya perwerdeya ser esasê zimanê dayikê bi cinsiyeta civakî re, perwedeye duzimanî ya nûjenî, polîtîka û pratîkên zimanî, têkiliya navbeyna zimanan, layenê aborî ya perwerdeya duzimanî û pircureyiya zimanî hatine nivîsandin bi destê akamisyenên bispor ên li seranserê cihanê tên nasîn. Em şad û bextewar in bi parvekirina van xebatan bi we re. Bi tikîne.